Publikation Rassismus / Neonazismus Komkujiya Hanau

»Çima wana ew qas ji me nefret kirin û jiyanê me ji dest me birin?«

Information

(Kurdische Übersetzung des Interviews)

Di qetlîama ku li Hanau ji hêla terorîstek rastgirên tundraw ve di 19ê Sibata 2020 de hat kirin de neh kes mirin. Gökhan Gültekin, Sedat Gürbüz, Said Nesar Hashemi, Mercedes Kierpacz, Hamza Kurtović, Vili Viorel Păun, Fatih Saraçoğlu, Kaloyan Velkov û Ferhat Unvar wê rojê di komkujiya Hanau de jiyana xwe ji dest dan. Serpil Temiz Unvar kurê xwe Ferhat Unvar di qetlîama Hanau de winda kir û dûv re înîsîyatîfa perwerdehiyê ya Ferhat Unvar ava kir da ku bîranîna kurê xwe û kesên din ên jiyana xwe ji dest dane zindî bihêle û xebata li dijî nijadperestiyê di warê perwerdehiyê de xurt bike.

Me bi Serpil Temiz Unvar re li ser kurê wê Ferhat, serpêhatiyên wê yên piştî komkujiyê û înîsîyatîfa perwerdehiyê ya Ferhat Unvar re axivî.

Hevpeyivîn: Efsun Kızılay û Ercan Ayboğa

Werger: Kamuran Akın

Efsun Kızılay: Piştî komkujiyê pêvajoyê ji bo we çawa pêş ket? We ji saziyên fermîyê re têra xwe piştgirî girt?

Serpil Temiz Unvar: Wekî em malbatên ku, me hîn jî êş û keserên xwe nekişandiye. Ji ber ku dem û derfetên me ji bo wî tunebû. Me tavilê dest bi şer kir. Şerê ku vegotina vê bûyerê. Gava ku dewlet (an jî saziyên fermî) dixwaze wê veşêre, em tiştên nû dibînin û derdixin holê. Em bûn detektîf. Em li dijî nîjadperestiyê şer dikin û ya ku ew dikin tenê hevok û gotinên vala dibejin. Tiştekî din nakin. Em hîn jî têdikoşin û ev bi rastî ji bo me westiyayî ye. Wekî em malbatên ku her roj, her dem, li ser vê yekê diaxifin, ka vê carê em çi bikin. Em 24 saet li ser vê bûyerê diaxifin û em difikirin ka em ê çawa pêşve biçin. Na, kes ji me re qet piştgirî neda. Ji ber ku ew nikarin qebûl bikin. Ew nikarin bipejirînin ku di nav polîs de nîjadperestan hene. Sazî an jî siyasetmedarên ku hewl didin ku ji ber dile me dilgerm bikin (ji ber ku ew nîjadperestiyê bi fermî qebûl nakin, lê em ne malbatên wisa ne. Ew jê re dibêjin bûyerek yekcar (Einzelfall). Tenê Steinmeier (Frank Walter Steinmeier, Serokkomarê Almanya) û Kaminsky (Claus Kaminsky, Serokê Şaredariyê Hanau) eşkere qebûl kirin. Ez ji wan re rêz digirim. Wan gelek xemgîniya xwe anîn ziman, ew timûtim dibêjin ku pêdivî ye ku ev bûyer were zelal kirin, lê mixabin em li ser vê komkujiyê ti lêkolînan nabînin. Ew bi cidî/serîs li delîlên/danîşanan ku em dibînin jî nabînin, ew hewl didin ku vê bûyerê veşêrin.

Efsun Kızılay:Hûn piştgiriyê çawa dixwazin? Pêdiviya we bi çi rengî piştgirî heye?

Serpil Temiz Unvar: Ez bi rastî naxwazim qala alîkariya daringî bikim. Mîna ku hin alîkarî ji malbatan re hatiye dayîn hate nîşandan. Mînak, wekî ku şeşsed hezar Euro (600.000) dane malbatan hate nîşandan, Lêbelê, ev drav dê di şaredariyê de bimîne û ew ê ji bo xebata li dijî nijadperestiyê were bikar anîn. Wan gelek nûçeyên derewîn ên bi vî rengî jî çêkirin. Me piştgirî ji eyaleta Hessen jî nedît. Alîkarê zabitê ku piştgirî dide malbatên mexdûr, ji min re got ku: “Dibe ku kurê te di qezayekekî de jî bimira.” Ger min zanibûya ku ew ê wisa bibêje, jixwe ez ê sîh hezar Euro (30,000) wernedigirt. Daxwaza min ev e ku li vî welatî tiştek bi rastî were guhertin. Lê ew dibêjin em drav bidin û em li ser vê bûyerê bigrin û kuta bikin. Zarokê min yê firotanê nîn e û mirina wî jî nayê firotin. Ew di hemû jiyana xwe de dûçar nijadperestiyê ma û ji ber nîjadperestiyê hate kuştin. Jixwe berdêlê vê tune ye. Tiştên weha dikare dile min nerm bike: Guhertinên pêş, ji bo ciwanên din. Qe nebe ev zarokan tişten belesebeb nemirin, tenê ji bo ku em karibin bêjin ku piştî kuştinan wan hin tişt hatin guhertin.

Ercan Ayboğa:Di nav mirovên Hanau de guhertinên cidî çêbûne?

Serpil Temiz Unvar: Belê çêbû. Ez wiya dibînim. Bi taybetî di ciwanan de guherînek çêbûye. Mirov li hember nijadperestiyê hesas bûye. Ew tiştên ku berê pir normal xuya dikirin, wekî nijadperestiya rojane, êdî normal nabînin. Ciwanan êdî cesaret dibînin û li dijî derkevin. Bi taybetî, em bi ciwanan re bihevra têkoşîn didin, ew bi me re di heman rê de dimeşin. Ew hêz û hêviyê dide min.

Efsun Kızılay: Li vî welatî gelek kes rastî nijadperestiyê tên. Te berê jî behs kiribû ku Ferhat di jiyana xwe de, nemaze li dibistanê, gelek caran rastî nijadperestiyê hatiye. Tu dikarî ji me re bêje Ferhat çi derbas kir?

Serpil Temiz Unvar: Erê, ew pir rastî nijadperestiye hat. Ev ji pola 5/6-an dest pê kir. Zarokên ku bi eslê xwe koçber in bi taybetî dema ku diçin Gymnasium (Lîse) rastî nîjadperestiyê tên. Ji ber ku ew wan zarokan layîqê li vê derê nabînin. Ferhat bi rastî zarokek pir biaqil û zana bû. Baş tê bîra min, carekê mamoste ya wî gazî kir û got, "Em wek mamoste nikarin zarokan lêbixin." Ya rast, ev bi dizî dihat vê wateyê ku “em nikarin lê hûn dikarin zarokê xwe lêxin.”  Mînakî, mamosteyê Matematîkê ji min re digot, "yan ew di wê dibistanê re diçe yan jî ez". Ferhat paşê derbasî Lîseyek din bû. Wî li dibistana din a ku çû de cûreyek cûda ya nijadperestiyê dît. Di polê wî de yek zarokek ji dayikbûyî Germenî jî tunebû. Di wê salê de, 17 zarok di polê de man. Ev ne normal e, ne wusa? Hûn dikarin bibînin ka ew dixwazin çi bikin? Wan tenê 5-6 zarokan ji polê derbas kirin yên din hemî di polê de hiştin. Gelo ma ev ne nîjadperestî ye? Ew hewesa zarokan tune dikin. Di navbera kurê min ê duyemîn û Ferhat de çar sal heye. Min ew qeyd kir dibistana ku Ferhat lê dixwend. Rêvebirê dibistanê berî ku dibistan dest pê bike du hefte berê bi min re hevdîtinek taybetî kir. Wî/Wê ji min re got, "Em neçar in ku kurê te qebûl bikin ji ber ku ew bijareya wîya yekem e, lê ji bîr meke, tu şansê wî li vê dibistanê tune." Min jî ji tirsa xwe, zarokê xwe ji wê dibistanê derxist û du hefte mayî ku dibistan dest pê bike çend dibistan gerîyam ku ez dikarim li ku qeyd bikim. Wê demê, tirs û dilnerehetî pir eşkere bû. Bê guman ez pir bê ezmûn bûm. Reftaran nijadperestî ya ku me dît ji min re normal xuya dikir ji ber ku min qey ne dewleta me ye, ew ê me qebûl nakin difikirîm. Min ji ev hişmendî dida zarokên xwe ku bila bizanibin "hûn xerîb/beyan in". Min digot; "Mamoste ji we hez bike an neke jî, hûn neçarin gotinen wan bikin”. Her çend tu dizanî ku zarok di wê gavê de çi hîs dike jî, tu nikarî tiştekî bike. Tu dikarî çi bêje? Ma tu li dijî mamoste derdikevî? Dema ku tu li dijî derkeve, dê saziya ciwanan (Jugendamt) bikeve dewrê. Kesek ku dikare piştgiriyê bide we tune. Hûn bi xwe ne.

Ferhat paşê derbasî dibistana pîşeyî bû û duyemîn mezûn bû. Herî dawî, ciwanên wir defterek ku ji Ferhat re îmze kiribûn ji min re anîn. Ew qala Ferhat dikin. Wan ji min re digot ku ew zarokekî pir zana bû, ew zarokekî pir lêkolîner bû. Nexwe çima dibistanên din ev nedîtibû? Çima wî nekarî potansiyela xwe bikar bîne, çima ew ditirse bû? Bi rastî ez fam nakim. Zarokan ji tirsan nikarin potansiyela xwe bikar bînin, û wekî em malbat wan bi tirs tenê dihêlin û zextê dikin ji ber ku em ji pêşeroja wan ditirsin. Em di nav vê çerxê de wisa diçin û tên.

Ercan Ayboğa: Dema ku li dibistanê de ji Ferhat re neheqî kirin ew li mafên xwe digeriya?

Serpil Temiz Unvar: Ew êdî li mafên xwe nedigeriya. Wî dev jê berda. Wî digot qey ez çi bikim jî, jixwe ez şansek nabînim. Wî digot qey ez çi bikim jî, ew heman şensê nadin min. Hûn çawa dikarin zarokek wusa ji pêşerojê re amade bikin? Hûn bi rastî zarok li kolanê dihêlin. Ferhat ji êşa ku kişand pir xurtbû û zarokek têkoşer bû. Ew bi ser ket û ew ê biçûya zanîngehê, ev armanca wî ya yekem bû. Mebesta wî ya din ew bû ku her tiştê ku jiyaye binivîse û di pirtûkekê de biweşîne. Wî ev tiştana çend meh berî komkujiyê got. Wî pir dixwest ku wiya bike. Ez dixwazim serpêhatiyên ku wî nikaribû binivîsanda ji bo ciwan û civakê wekî pirtûkek biweşînim.

Ercan Ayboğa: Tu dikarî hinekî qala xeleka hevalên Ferhat bikî? Ez texmîn dikim ku dora wî de hevaltiyeke xurt hebû?

Serpil Temiz Unvar: Erê wisa bû. Gelek ji wan hîn jî bi hestyarî ne amadene ji ber ku wan hîn nikarin mirina wî qebûl bikin. Xeleka nêzê hevalên wî bi rastî wêran bû. Hîn hevdîtina bi min re jî ji hêla hestyarî ve ji wan re pir dijwar tê ji ber ku Ferhat di jiyana wan de cihekî mezin girtiye. Mînakî, cara din hevalek vî navê Ferhat li pîyê xwe hatibû deq kirin. Ferhat hem pêkenok bû û hem jî mîna seydayek li hevalên xwe guhdarî dikir û ji wan re serwirî dikir. Hemî ciwanên ku bi malbatên xwe re pirsgirêkên wan hebûn, pêşeroja wan nediyar an serê wan tevlihevbû, bi pê re dipeyivîn, bi pê re rêyek ditîtin. Çend kesan ji min re gotin: “Min bi saya Ferhat dibistanê domand ji ber ku wî ev enerjî da me. Wî ji me re qala her tiştê ku wî jiyan dikir û digot, “Divê hûn biserkevin, divê hûn serî netewînin ji ber ku li vî welatê ku hûn lê dijîn şansek we ya din tune ye, jiyan pir dijwar e, lê pêwîste hûn berdewam bikin.” Ew kesek wusa bû. Wî him gelek piştgiriya psîkolojîk da mirovan û him jî hewl dida ku alîkariya ber bi pêşerojê mirovan bike. Wî pir dixwend, pir lêkolîn dikir, wî bi mirovan re li ser gelek mijaran nîqaşa bike pir hez dikir.

Ercan Ayboğa: Wekî mînak çi dixwend?

Serpil Temiz Unvar: Ew ê her tiştî li ser mirov û cîhanê dixwend. Mînakî, klasîkên cîhanê wekî Dostoevsky, Gorkî dê wan hemîyan dixwend. Û wî ansîklopediyê jî dixwend. Pirtûkek me ya ansîklopedî ya stûr hebû. Ew di pola heft-heştan debû, ez dibêm qey wî tiştek nedîtî ye ku bixwîne, min nihêrî ku wî wê ya dixwîne. Wî pir pirs dipirsîbû. Wî li gelek belgefîlman temaşe dikir. Ew di matematîkê de başbû. Ew pir jêhatîbû ku tiştan çêbike û hilberîne.

Efsun Kızılay: Wekî armanca te de tu dixwazî ev civak çawa bibe? Di vê çarçoveyê de, tu dixwazî dibistanan cîheki çawa bibe û mamosteyan bila çi bike?

Serpil Temiz Unvar: Gelek kom hene û li van dibistanan dest pê dike. Li dibistanan, tê gotin ku mafê her kesî yê perwerdehiyê wekhev heye, lê di rastiyê de tune ye. Ji ber ku ev hinekî li ser însîyatîfa mamosteyan û pergalê ye. Mixabin, gelek zarok çi bikin bila bikin nikarin wê bendê derbas bikin. Dema ku em lê dinihêrin, di pola pêncemîn de, gelek xwendekar diçin Gymnasium, dema ku di polên 12 û 13-an de, çend xwendekarên koçber mane? Hema namîne. Ji ber ku ew şans ji wan re nayê dayîn. Daxwaz û enerjiya zarokan bi salan tê tunekirin. Zarokan enerjiya xwe ji bo pêşeroja xwe bikar naynin, ji ber vê yekê xwe bêkes û tenebûn hîs dikin. Piştî ku ew xwe bêqîmet hîs dike çi dibe, ew dikeve nav kolanê. Ev hinekî sûcê me û bê guman perwerdehiyê ye. Di dema Ferhat de psîkologek dibistanê hebû, ew bi rastî jî baş bû. Wê li hember mamosteyan din û midûrê digot: "Pirsgirêka vî zarokî tune ye. Ev lawik pir jîr e, bi têgihiştinek piçûk, dê ev kur gelek tiştan bi dest bixe," û piştgirî da ji Ferhat re. Ew jin nû hatibû dibistanê. Baş e wan bi wê pedagogê dibistanê çi kirin? Wan karê wê pedagogê di dawiya salê de bidawîkirin. Gelo hun min fehm dikin? Binihêrin, pergalek dixebite, hûn bi rastî jî bi vê pê nikarin. Pirsgirêkek nîjadperestî heye, û ew jî di wateyek pir mezin de heye. Ew di siyasetê de heye, ew di nav polîs de heye, ew di dibistanan de heye, ew di nivîsgeha refaha ciwanan de heye, ew li her deverê heye. Û ew nikarin wê qebûl bikin. Li gorî min, pirsgirêka nîjadperestiyê qet neqediyabû. Burokrat û fermandarên mezin ên ku di Şerê Cîhanê yê Duyemîn de bi Hîtler re şer kirin piştî wê jî di refên bilind de xebata xwe domandin. Wê demê ev pirsgirêk dê çawa were çareser kirin? Hewce ye ku mirov bi cidî li ser nijadperestiya binyadî bisekine. Ev ê ji ji ber xwe ve pêk neyê. Em ê wiya bikin, ew ê neçar bimînin. Lê heke em hemî bikin, ew ê neçar bimînin.

Di dawiyê de, bila ez vêya bibêjim: Hêrseke mafdarî bê hidûd e! Ez mafdar im, bi hêrs im û sînor nas nakim. Ez ne ditirsim û ne jî sînor nas dikim, nemaze piştî ku kurê xwe winda kir. Ew ne gengaz e û ez ê nasekinim.

Efsun Kızılay: Fikra înîsiyatîfa (pêşdestî) perwerdehiyê ya Ferhat Unvar çawa derket holê?  

Serpil Temiz Unvar: Her tişt bi perwerdehiyê dest pê dike. Bi perwerdehiyê, hûn dikarin nîjadperestiyê kêm jî bikin an hûn dikarin fersendek pêşkêşî nîjadperestiyê jî bikin. Perwerde ji bo min pir girîng e. Min her dem bi vî rengî ew gihandiye zarokên xwe. Wan jî her gav girîngiyek mezin daye wekheviya perwerdehiyê. Pir girîng e ku meriv nêrîna mamosteyan biguheze. Ji ber ku dema ku hûn xelet nêzîkê zarokan dibin, zarok pêşeroja xwe û riya xwe winda dike. Bi tenê têgihiştinek piçûk, zarok dikarin werin deverên pir xweşik. Em ê hewl bidin vê yekê nîşan bikin ji ber ku ev bi rastî girîng e. Rêxistin kirin û anîna cem hev pir girîng e. Ne girîng e ku ew ji kîjan ol û koka xwe tên. Gava ku em hemî di vê mijarê de bi hev re tevdigerin, bi rastî tiştên mezin dikarin biguherin ji ber ku li ser vê mijarê de em ne çend kes in. Ger em hemî karibin li hev bicivin, bibin yek, ez difikirim tiştek tune ku neyê guhertin.

Efsun Kızılay: Tu dikarî hinekî qala xebatên înîsiyatîfa/pêşdestî ya xwe bikî?

Serpil Temiz Unvar: Piraniya ciwanên ku bi me re dixebitin ji xwe wan dûçar nîjadperestiyê bûne. Hemî wan dixwînin, dixebitin an jî perwerdehiya xwe ya pîşeyî didomînin. Bi mirina Ferhat, Gökhan, Sedat, Hamza, Mercedes, Said Nesar, Vili, Kaloyan û Fatih re, hestên nerazîbûna wan ji bo hemî tiştên ku qewimîn serdest bû. Ew dixwazin tiştan biguherînin. Dixwazin navên ciwanan zindî bihêlin. Ew hemî bi min re heman armancê par dikin. Ew pir dilxwaz in û gelek tiştan hîn dibin. Ew li Navenda Perwerdehiyê ya Anne-Frank hatine perwerdekirin û hîn jî perwerdehiya wan berdewam dike. Di heman demê de ew beşdarî semînerên yekem bûn ku ji hêla rahêneran ve hatin rêxistin da ku bibin mamosteyên demokrasiyê. Li gel her ciwanek jî yekî pispor heye. Vêga em dest bi amadekirina têgeha xwe dikin. Em têgehek xweş amade dikin ku ciwanan hêzdar bikin, hişyar bikin û hesasiyeta wan zêde bikin. Wê hingê dê ji bo mamosteyan jî agahdarî bibe. Pir daxwaz hene. Koma yekem a ji heşt kesan perwerde dît, û em dixwazin ji havînê pê de koma duyemîn jî perwerde bikin. Ne tenê ji Hanau, ji gelek deveran, ji dûr ve jî, ciwan tên û dixwazin beşdar bibin. Ew ji bo ciwanan bû hêvî. Ew hemî dixwazin bi hev re vêya bikin. Ol, ziman, nijad ne girîng e. Vêga, ya ku kêmbûna me tenê komeleyek an jûrek e û em aniha lê digerin. Dema ku me ew dît, her kes dikare were û wê hingê em ê bikaribin lêkolînên cûda jî bikin. Bi awayê, ne tenê ciwan beşdar dibin. Yên ku dixwazin bi têgînê re bibin alîkar hene, pedagog hene, mamoste hene. Yên ku xwe digihînin me hene ku dipirsin ka ez çawa dikarim alîkariya we bikim. Ji her cûre jiyanê mirov hene. Her çend em pir nû ne jî, me rêyek dûr û dirêj daye ber xwe. Bi minasebeta salvegera 19ê Sibatê, ciwanên me bi pisporan re li dibistanan de çar seminer li dar xistin. Mixabin, ji ber Coronayê em nikarin biçin dibistanan, lê em bi dibistanên li vir re jî di têkiliyê de ne, em ê dest bi xebatan bikin. Em di demek kurt de gihiştin gelek kesan. Ev tiştek baş e ji ber ku gelek kes difikirin ku ya ku heya niha hatî kirin têrê nake û ew çalakiyek rastî/ bicîh dixwazin. Em hemu jê re dibêjin nijadperestî û em dibêjin li dijî wê pêwist e rêxistine bikin, lê em bi rastî vî tiştî nakin, em di nav komanan de hatine dabeş kirin. Em diaxivin lê ew li wir dimîne. Gava ku her kes bi hev re tevbigere tiştek tune ku neyê kirin. Ez vîya bawer dikim. Bê guman wê demê bigire, lê ev ne tiştek e ku neyê bidest xistin. Ez dayik im û hemî zarok ji min re mîna Ferhat in. Ez dibînim ku ev hêz û vîna min di ciwanan de ruhekî nû çêdike û hêzê dide wan ji ber ku hema hema hemî ji min re dibêjin dayik/daye.

Ercan Ayboğa: Bi taybetî, salek an du sal şûnda hûn dixwazin bi kê re û çawa nêz bibin, hûn dixwazin çawa têkiliyê deynin, minak, hûn dixwazin bi kê re semîner an komxebatan saz bikin?

Serpil Temiz Unvar: Em amade ne ku bi gelek saziyan re hevkariyê bikin û komxebatan bikin. Ji ber vê yekê ez vê eşkere bibêjim; qet ev ne tiştek e ku bi tenê serê xwe dikare pêk were. Ew ne gengaz e û armanca me ew e ku bila her kes tevlî vê xebatê bibe. Bi rengek pêdivî ye ku em bi hev re tevbigerin. Em dixwazin biçin li cem kê? Bê guman, dibistanan pêşî tên. Lê belê, em niha pir nû ne. Ev ne tiştekê ku îro an sibê an jî salek an du salê pêk were. Lê destpêkirina tiştên wiha pir girîng e. Ez li ciwanan dinêrim, ew bi rastî vêya pir dixwazin. Pêdivî ye ku armancek pêşkêşî ciwanan were kirin. Li Almanya gelek ciwanên me hene, lê piraniya wan bê armanc in. Wê enerjî, wê potansiyel li gel wan heye. Ciwanên me yên pir bedew hene. Gava ku hûn hêvî bidin wan çima divê ew tiştek çê nekin? Ji ber ku ev welatê wan e. Rêvebirên ku koçberan naxwazin, bila çi bikî bike neçar in, mecbûr in wê qebûl bikin. Ev welatê me ye. Divê ew me qebûl bikin. Ev tiştek ne gengaz e. Awayê vê yekê ev e ku bi hev re tevbigerin. Ez tenê dest pê dikim, ya mayî bi belavbûnê ve girêdayî ye.

Ercan Ayboğa: Hûn bi înîsiyatîfên din ên ku wek we kar dikin re ketin têkiliyê? Gelek kom û komeleyên siyasî hene ku li dijî nijadperestiyê tekoşîne dikin, lê tevger û destpêşxeriyên wekhev ji kesên ku rasterast rastî nijadperestiyê hatine kêm in.

Serpil Temiz Unvar: Me gelek kesan re têkilî danîye, mebesta min ew e ku ew kesên ku dûçar nîjadperestî bû ye û derdên xwe bi me re parve dikin. Her weha însîyatîf û komên ku bi giranî ji hêla mexdûran ve hatine avakirin hene, lê jimara wan pir hindik e. Her weha însiyatîfên ku em bi wan re di têkiliyê de ne jî hene. Bi gotinek din, hem komên ku ji nijadperestiyê hesas in û hem jî kesên ku rastî nijadperestiyê hatine xwedî înîsiyatîf in. Xala me ya hevpar ev e ku em li dijî nîjadperestiyê derdikevin. Ji ber ku pêdivî ye ku bi gelek kesan re di heman rê de bimeşin. Ev rê ne tenê ya min e, ji bo me hemiyan e. Ez her gav dibêjim: Ferhat ne ji ber ku Ferhat bû, lê ji ber ku ew koçber bû an zaroke malbatek koçber bû hate kuştin. Heman tişt ji bo zarokên din ên hatin qetilkirin jî eynî ye. Divê her kes bi rengek tiştek bike. Pêdivî ye ku em bi vê gotine "jixwe em nikarin tiştek bikin" dev jê berdin. Edî em hinekî dereng jî man. Erê, gelek kom û kesan bi rengek xebata dij-nijadperestî kirine û dikin, lê bi rastî ez difikirim ku her kes bi hevre rêxistîne çê nekir. Pêdivî ye ku meriv bi rengek vê kêmasiyê derbas bike.

Efsun Kızılay: Asta danûstandina agahî û hestan di nav însîyatîfên din ên de ku ji hêla mexdûran ve hatine damezrandin çi ye? Têkiliyek çawa çêbû, înîsîyatîfan alîkariya çawa hev kirine?

Serpil Temiz Unvar: Piştî komkujiya Hanau gelek înîsiyatîf hatin. Ji ber ku wan bi vê êş û tiştên ku em tê de çi derbas dikin dizanibûn. Gelek ji wan hatin û hewl dan ku piştgiriya bikin û dixwestin ezmûnên xwe ragihînin. Lê ez dixwazim tiştek ku li vir timûtim tên paşguh kirin destnîşan bikim: Dema ku bûyerek wusa dîsa li cîhek din biqewime, ez ê biçim û li wir ji malbatên mexdûr re kîjan ezmûnê xwe bêjim? Ma ez ê ji wan re çi bibêjim? Ma ez ê bibêjim dê ev êş derbas bibe? An ez ê bibêjim ku ew ê bi demê re derbas bibe? Ji ber vê yekê teseliyê/xemrevandinê vê tiştê tune ye. Ez nikarim di derbarê vê yekê de ji kesek re teselî bistînim. Lê tevgera bi hev re ji bo min girîng e. Ibrahîm Arslan dema ku komkujiya Möllnê jiyan dikir 7ê salî bû, û niha ew li dibistanan de beşdarî semînerê dibe. Ew qala rabirdûya/paşeroja xwe dike, ev pir girîng e. Ew bêtir behsa rabirdûyê dike, em jî behsa pêşerojê dikin. Ji ber vê yekê bê guman em dikarin di pêşerojê de bi her kesî re bi hev re bixebitin. Ji ber ku pêdivî ye ku bi rengek têkiliye nêzîk bibe. Tişta spehî ya ku bi vê nêzîkbûna tê ev e ku ji ber ku hûn êşa xwe bi hevra hîs dikin û hûn ne tenê.  

Efsun Kızılay: Hûn dikarin hinekî xalên ku hewce ne ku li vî welatî di siyasetê de werin guhertin şirove bikin? Hûn ji polîtîkayê çi dixwazin? Çi cure polîtîka divê were şopandin?

Serpil Temiz Unvar: Ez mînakek bidim we. Serokwezîrê Eyaleta Hessen Volker Bouffier me dawet kir li Wiesbaden e. Qaşo em ê pirsên xwe bipirsin, ji ber ku di hişên me de gelek pirs hene. Her kes randevûyek dide me, em diçin, ew guhdarî dikin, lê bersiv tune. Her dem bi vî rengî bûye. Ev civîn civîna dawîn bû ku ez beşdarî wê bûm, û piştî wê ez neçûm civînên bi vî rengî ji ber ku êdî hêza min tune ku ez guhdariya wan bikim. Ez ne li bendê me ku tu kes gotinên xweş ji min re bike û pişta min tev bide. Ez naxwazim ew ji min rehm bikin. We kurê min bir û piştî jî hûn rehmê dê bikin? Na. Du hevokên ya Bouffier hebû ku bi rastî ez pir êşandim. Wî wusa got: “Erê, ew pir xirab e. Lê min mînakên xerabtir jî dît.” Wî mirinên xirabtir dîtiye; Bêguman ji mirinê xirabtir heye, mînak bi şewitandinê. Lê li gorî min, tiştek ji mirina Ferhat xerabtir tune ye. Ji ber vê yekê ew qaşo xemgîn dibe. Ya duyemîn jî bersiva pirsa ku ji hêla Etris ku bi me re hat ve hat pirsîn. Etrîs li ser xeletiyên ku polîs kiriye dipirsî. Bouffier digot; "Erê, serboriye/pêzaninê polîsê me di van rewşan de zêde tunne ye". Ji bo Xwedê, hûn ji bo çi polîs bûn? Ew polîsê xwe diparêze. Hûn dikarin vêya bifikirin? Bi dû re berdewamkir û digot: "Heke tiştek wusa carek din çêbibe, em ê malbatan zûtir agahdar bikin". Ka hela nêrîna wan binêrin. Dê dîsa çêbibe, lê em ê hinekî bi ezmûn bin. Di derbarê nîjadperestiyê de ev bûyereke ne ya yekem e. Ev bû çend car? Ew hîn nebûne. Wê demê hûn hîn nebûn, hûn ê niha hîn bibin? Em dibêjin ku tiştek wiha carek din bila çênebe. Ew dibêjin, dema ku carek din dubare bibe em ê baştir tevbigerin. Hûn dikarin bibînin ku ez ji siyasetê çi hêvî dikim? Divê siyasetmedar bi min re, bi me re tevbigere. Vê dawiyê de civînek bi awayekî online pek hat ku gelek karbidest/rayedar û malbatan beşdar bûn. Min vê carê digot; "Edî bes e! Bi me re tevbigerin. Ya rastî ev karê we ye, ne ya me ye." Ez dixwazim ku yên ku em çi dikin bila ew bikin.

Efsun Kızılay: Ji ber vê yekê divê civaka neferma (sivîl) çi bike? Ma têra xwe piştgirî çêbû ye? Hêviyên we ji vê civakê çi ne?

Serpil Temiz Unvar: Ez dikarim bêjim ku li Hanau de hevgirtina civaka neferma heye. Lê bi qasî ku em li seranserê Almanyayê dibînin, bi rastî kêmasiyek heye. Gelek kes dibêjin; "Em têne kuştin, em dikarin çi bikin?" bêguman, vê xeletiya ku wê demê min jî dikir. Ew bêdeng dimînin. "Ma em dikarin çi bikin jixwe hêza me tine ye". Ne wusa, hêza we pir e, tenê hay jê xwe hebin û hêza xwe li hev bînin. Ne hewce ye ku hûn bitirsin. Ji ber ku hûn çiqas bêtir bitirsin, ew qas jî bindest bimînin.

Efsun Kızılay: Bi raya we, gelo koçberên/penaberên îro jî ji hêla piraniya vê civakê ve ku wek berê "biyanî" tên hesibandin? Û li gorî wisa nêz dibin?

Serpil Temiz Unvar: Erê rast e. Ya ku 30 sal berê çi diqewimî niha jî dîsa heman e. Bi rengek, carinan şekl diguhere û çêdibe. Dema ku wan berê bombeyan diavêtin, niha li ser înternetê destûrên çekan distînin û ew di malen xwe de çek digirin. Wekî din, êrişkirina nîjadperestî dest pê dike û mezin dibe. Her zarokê ku hatî qetilkirin zêdetir enerjiyê dide mirovên xwedî wî rengî îdeolojiya nîjadperest. Ger pêşî lê neyê girtin, tiştên pir xirab dikarin pêş bikevin. Lê em jî zêde dibin, kêm nabin. Divê em ji nifşê nû re vebêjin ku ya ku em tê re derbas dibin êdî ne normal e. Divê bê gotin, "Hûn ne hewce ne ku nijadperestiyê qebûl bikin, ev welatê we ye, hûn li vir ji dayik bûn û mezin bûn". Kî dikare biryarê bide ka kî çi ye? Nefret di serî de ji malbatan û paşê jî ji dibistanan belav dibe; nefret serê her xirabiyê ye. Ger em karibin nefretê ji holê rabikin, em dikarin wê pêk bînin. Edî niha bandorkirin dijwar e ku yên ku li hember me nefret dikin, lê em dikarin di nifşên nû de vê bidin avakirin.

Efsun Kızılay: Li gorî çavdêriyên me, dema ku em dibêjin Hanau, pir kes, nemaze ciwanan, yekser dizanin ku wateya wê çi ye û hesasiyet nîşan didin. Hûn jî di nav ciwanan de hesasiyet û livdariye zêde dibînin?

Serpil Temiz Unvar: Gelek ciwan dibêjin "Dibe ku şûna Ferhat em bihatana kuştin”. Çima? Me çi kir, me çi ji destê kê girt? " Ez ji gotine Cavit (hevalê Ferhat) re pir xemgîn bûm. “Em ne ciwanên wisa bûn ku di astên bilind de û di rewşek ku dikare xebata mirovan asteng bike de dixebitin. Em mirovên ku awayêk bi xwe jiyan dikir. Me çi ji kê girt, wan ew qas ji me nefret kirin û hatin û me kuştin. Van ciwanan çi kir?” Rengê porê çawa diyarker dibe ku ew ji min nefret dikin? Ger em li sedemên sereke mêze bikin, çavnebarî û têkneçûna gelek tiştan di jiyana wan de pêşîn te. Ji ber ku bêbaweriyan xwe , ew têkçûnên xwe bi me ve girê didin. Ew gotinên bi vî rengî bikar tînin: “Ferhat xerîb e, ew dikare kêfa xwe bike. Gelek hevalên wî jî hene, lê ya min tunne ye. Her çend dewleta min jî hebe."

Ercan Ayboğa: Kesên ku înîsîyatifê de bi cih digrin bi taybet ciwanên koçber, çi pêdivî ye ku bila bibe û wan karibin bibêjin "Ev welat welatê min e jî, ev civaka min e"?

Serpil Temiz Unvar: Pêşî ew ê bibêjin "ev welatê min e, ez beşek ji vir im" û ew ê dest pê bikin. Ew ê doza mafên xwe bikin. Pêwîst e kes van mafan ji destê wan nestîne; divê ew êdî normal xuya neke. Dîsa, ew ê bibêjin, "Ez jî eynî wek wan, dibe ku ji pir kesan jî zêdetir serkeftî me." Wekî encamek, wan mafên xwe bide qebûlkirin. Bêguman, ji ber ku ev welat ya ciwanên koçber e jî, ji bo wan çêtir e ku wusa tevbigerin. Di vî warî de, gotina "Ew kesên ku hatine kuştin ne xerîb bûn" min pir diêşîne. Her kesê ku hat kuştin ji Hanau bû. Lê heke ew ne ji Hanau bûya, ma mafê wan ê kuştinê hebûya? Beriya her tiştî, divê mirov wekî mirovan were qebûl kirin. Gotinên wekî "Na, ev xerîb e" nayên qebûl kirin. Rabe û here bikuje ji ber ku ev kes koçber e an ji ne ji vir e! Pêşîn, bila siyasetmedaran pirsên ji xwe re bipirse, bila ew rûnin û vê mijarê rexne bikin û çareseriyekê bibînin.

Efsun Kızılay: Di dawiyê de min xwest vê yekê ji te re bipirsim. Di vê dema dijwar de çi hêz dide te?

Serpil Temiz Unvar: Di vê demê de, ez nizanim dê çi bibûya eger ez van tiştên re mijûl nebûm. Ez neçar im bijîm ji ber ku ez nikarim bimirim, zarokên min hene. Madem ku ez dijîm, ez ê tekoşînê bidim. Ferhat zarokek wusa bû ku tekoşîna wî bi mirina wî naqede. Berevajî vê yekê,  bi mirinê wî re divê têkoşîna wî ya were xurttur bibe. Hûn dizanin, wî nivîsand, "Heke em werin ji bîr kirin wê hingê em ê bimirin." Min viya esas girt û ket rê. Ya ku di vê têkoşînê de hêz dide min ciwanan û xwesteka bandorkirina ciwanan e.

Spas ji bo hevpeyivîn û bersivên we yên hêja.